KERKÛK/ ROJNEWS

 

Bi hinceta hildana ala Herêma Kurdistanê li ser dibistanên bajarê Kerkûk û nivîsa dirûşma li ser dîwarê dibistanan bi zimanê Kurdî, li dijî mamosta û rêveberên dibistanan ên Kurd gefa binçavkirin û girtinê tê xwarin.

 

Li ser mijarê Rêveberê Perwerdeya dibistanên Kurdî li bajarê Kerkûkê Reûf Mihêdîn ji ajansa me re wiha got; “Bi hinceta hildana ala Herêma Kurdistanê li ser avahiyên dibistanan, çend mamosta û rêveberên dibistanan ve hatine vexwendin û îfadeyên wan hatine girtin. Polîsan ji me re gotiye ku her mamosta yan jî rêveberek navê wî li gel polîsan heve û neçe îfadeyan nede, wê biryara binçavkirinê ji bo bê dayîn.”

 

 

Reûf Mihêdîn ev jî got; “Çend kesek bi zimanê Kurdî li ser dîwarên dibistanên bajar dirûşim nivîsandine. Li ser vê li gel rêveberiyên dibistanan lêpirsîn hatiye kirin ku carek din dubare nebe. Ji çend dibistanan hatiye xwestin tabeleyên dibistanên xwe biguherin û hinceta vê jî ewe ku alaya Herêma Kurdistanê li ser tabeleyan heye. Ger daxwazên wan neyên pêkanîn jî, wê ji bo rêveberên dibistanên wan biryara binçavkirinê bê dayîn.”

 

Hêjay gotinê ye ku piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê bajarê Kerkûkê ketiye destê artêşa Iraqê û dest bi jêbirina ew dirûşim û sembolên peywendî bi Kurd û Herêma Kurdistanê ve heye.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here