Yekgirtûya Îslamî ji hikûmetê vekişiya

61

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behedîn di civîna çapemeniyê de ragihand ku Rêveberiya Yekgirtû bi hemû dengan biryara vekişîna ji hikûmetê dane û got; “Piştî civîna li gel hikûmetê, ji bo me derket holê ku hikûmet  nikare hin mijarên bingehîn ên me daxwaz kiribûn pêk bîne, lemra di civîna Rêveberiya Yekgirtû de, bi hemû dengan, me biryara vekişîna ji hikûmetê da. Biryara me li dijî ti kes û aliyan nîne. Me çav li ti kes û aliyan ji nekiriye. Ji derveyî kabîneya hikûmetê amadene alîkariya hikûmetê bikin. Em li ser reformên bi kok bi îsrarin."

 

Ji berî niha Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya bûn.