Barzanî: Guftûgoyên Bexda û Hewlêr encamên baş hene

61

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro piştî civîna Desteya Wezîran Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Barzanî bal kişande ser civînên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de û got; “Destpêka guftûgoyên li gel Bexda ji bo çareseriya pirsgirêkan li gor destûra Iraqê başin. Îro civînek din li ser mûçeyê Wezareta Perwerde û Tenduristî li Bexda wê pêk were.”

 

Li ser vekişandina Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Barzanî got; “Biryara vekişandinê ne di berjewendiyê Herêma Kurdistanê û yekrêziya aliyan de ye û em xemgîn kirin.”

 

Nêçîrvan Barzanî spasiya wezîrên Yekgirtûya Îslamî kir û got; “Ew girêdayî sodxwarina xwe ya yasayî bûn. Rêz û heskirina min û Qubad Talebanî ji bo wan heye.”

 

(sk)