Êrîşên li ser Efrînê li Seyidsadiq hate şermezarkirin

35

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê vê êvarê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Efrînê hate şermezarkirn.

 

Di çalakiyê de Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şeyma Eta daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Niha Tirkiyeyê xwe amadekiriye ku êrîşî Efrînê bike, lê em ji dagirkeran re dibêjin, Efrîn xaka Kurdistanê ye û nabe xaka biyaniyan. Weke jinên ciwan, çawa bi giyana xwe, em xwedî li Kobanê derketin, bi heman awayî emê xwedî li Efrînê ji derkevîn. Her wiha dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê jî nayê qebûl kirin. Bêdengbûna aliyên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê tê wateya qebûl kirinê. Lewma em bêdengiya li Başûrê Kurdistanê heye şermezar dikin."

 

'Weke ciwanên Başûr em ji bo parastina Efrînê amadene'

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, em amadene ji bo parastina Efrînê ji dagirkeran her cure qurbaniyan bidin. Lewra em bang li gelê Kurd ên li herçar parçeyên Kurdistanê dikin xwedî li xaka xwe derkevin û rê nedin dagirkeran xaka we dagir bike."