Ji bo xwendekarên seretayî yên Kerkûkê şahiyek hate lidarxistin

53

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Beşa zimanê Kurdî di perwerdeya Kerkûkê de îro ji bo xwendekarên dibistana seretayî yên bajarê Kerkûkê şahiyek lidar xist.

 

Serpereştê zimanê Kurdî li perwerdeya Kerkûkê Eshed Ezîz têkildarî armanca lidar xistina vê şiyê ji ajansa me re got; “Piştî bûyerên li bajarê Kerkûkê, me xwest çalakiyekî perwerdeyê lidar bixin. Ew jî hîn zêdetir peywendî bi zimanê Kurdî ji bo zarokan hebe.”

 

 

Eshed Ezîz got ku piştî bûyerên li Kerkûkê ev yekem xebata hunerî ya serpereştiya zimanê Kurdî ye ji bo xwendekarên Kurd lidar dixe.

 

Di şahiyê de çend sitran hatin gotin û şanoya xwendekarên seretayî hate lîstin. Piştre bi rêya sînevîzyonê alfebeya Kurdî nîşanî xwendekarên dibistana seretayî hate dayîn.

 

 

 

 

 

(sk)