Li Celawla mayîn bi leşkerên Iraqê ve teqiya: 4 mirin

62

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Li herêma bajarokê Celawla ya Xaneqînê mayîn bi karwanê leşker û polîsên Iraqê ve teqiya. Berpirsê Asayîşa bajarokê Kokis Simko Elî eşkere kir ku mayîn di dema operasyona li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên herêma Tubic,  bi hêzên Iraqê ve teqiya.

 

Simko Elî diyar kir ku ji ber teqîna mayînê ji hêzên Iraqê 4 kes mirine û 3 ji birîndar bûne.

 

Herêma Tubic dikeve di navbera bajarokên Qeretepe û Celawla de. Ji dema rûxîna rejîma  Baas ve grûbên terorîst lê hene.