ROJNEWS/ MEXMÛR

 

Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya Şehîd Rûstem Cûdî ku di 12-13’ê Çileyê de lidar ketibû, meclîs û hevserokên saziyê hilbijartibûn. Îro di saet 09:00’an de di merasîmê de sondxwarin û bi awayeke fermî dest bi erka xwe kirin. Tevî du hevserokan bi giştî meclîs ji 27 kesan pêk tê.

 

Merasîma sondxwarinê bi deqîqeyeke rêzgirtin ji tevahî şehîdên di ber azadiya gel û xaka Kurdistanê de şehîd bûne destpê kir.

 

 

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hûseyîn Kara axivî. Kara di despêka axaftina xwede pîrozbahî li rêveberiya nû kir û got: “Di pêvajoyeke wer girîng de lidar xistina konferansê zehf girînge û cihê kêfxweşiyê ye. Yek ji serkeftina vê konferansê pêşxistina pergala Netewa Demokratîk e.”

 

 

Hûseyîn Kara li ser gef û hewldanên artêşa Tirk a dagirkirina Efrînê jî wiha axivî: “Erîşên dewleta Tirk a faşîst û mêtînger ya li gel hevalbendên wê, bi armanca tinekirina tevahî gelê Kurd e. Ji bo vê jî îro hewl didin êrîşê Efrînê bikin. Kurd ne Kurdê berêne û emê li hember hemû êrîşan li ber xwe bidin û serî natewînin.”

 

Kara axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclîsa Gel a Mexmûrê di her pêvajo û rewşê de xwedî derketina li nirxên şehîdan weke erkekî sereke û esasî dibînin. Ji bo wê jî ji bo van hevalên nû jî tevlî kar dibin û hemû gelê Kurd serkeftinê dixwazim.”

 

 

Merasîma sondxwarinê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here