Civîna parlementoya Iraqê hate paşxistin

36

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet 16:00’ê êvarê, civîna parlementoya Iraqê ya ji bo diyar kirina roja hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê kom bû lê, ji ber hejmara parlementeran têrê nedikir ji bo roja şemiyê hate paşxistin.

 

Di destpêka civînê de parlementeran daxwaz ji serokê parlementoyê kirin ku dengdana ji bo paşxistina hilbijartinên Iraqê bi awayeke veşartî çêbibe. Di dema dengdanê de Koalîsyona Nîştîmanî ya Şîeyan civînê boykot kir û salona parlementoyê terk kirin. Ji ber sedema kêm bûna hejmara qanûnî ya ji bo civîna parlementoyê, ji bo şemiyê hate paşxistin.

 

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Şiwan Dawidî di derbarê paşxistina civîna parlementoyê de van agahiyan da: “Di çarçoveyeke qanûnî de li ser xala 148 pêşniyarek ji serokatiya parlementoyê re hate kirin ku hilbijartin paş bixe û suneyên Iraqê tev jî daxwaza hilbijartinên Iraqê dikin.”

 

 

Dawidî diyar kir ku Koalîsyona Nîştîmanî ya Şîeyan civînê boykot kirin.

 

Têkildarî dengdana ji bo paşxistina hilbijartinên Iraqê jî got: “ Bi giştî 120 deng ji bo paşxistina hilbijartinên Iraqê hatin bikaranîn, lê ji ber hejmara parlementerên divê amade bin, têrê ne dikir hate paşxistin.”

 

Şiwan Dawidî têkildarî helwesta partiyên Kurd ya der barê hilbijartinên Iraqê jî axivî û got: “Ji derveyî koma Goran hemû komên Kurdî daxwaza hilbijartinan dikin. Ji ber niha Kurd ji ber niha di navê de dijîn, dixwazin hilbijartin werin paşxistin.

 

Li parlementoya Iraqê li ser her proje yanjî pêşniyarek were kirin deng dan çêdibe. Divê ji 260 parlêmenteran 165 parlementer dengê erê bikar bîne.