DAIŞ’ê li Xaneqîn 5 welatî revandin

52

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XANEQÎN

 

Şevê din li sînorê bajarokê Cebare yê girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala ve, çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Cidêde kirin.

 

Der barê bûyerê de berpirsê komîteya YNK’ê yê Cebare Amanc Ebdulrezaq ji ajansa me re got; “Komek çeteyên DAIŞ’ê bi ser gundê Cidêde de girtin. Cidêde ji dûrahiya du kîlometir dikeve başûrê Cebarewe. Çeteyên DAIŞ’ê 5 welatiyên gund revandin û welatiyek din jî qetil kirin.”

 

Amanc Ebdulrezaq ev jî got; “Çeteyên DAIŞ’ê pişt re ber bi cihek nediyar ve çûne. Em baş dizanin ku ev DAIŞ’î bûn. Ji ber ku li sînorê vî gundî ti hêzek din nîne. Tenê li vê herêmê liv û tevgera DAIŞ’ê heye. Niştecihên vî gundî jî Erebên Ciburin.”

 

(sk)