RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Îro li baregeha polîtburoya YNK’ê li bajarê Kerkûkê hizib û aliyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê kom bûn. Lê PDK tevlî civînê nebû. Piştî civîn bi dawî bû daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de cigirê berpirsê malbenda YNK’ê li Kerkûkê Rewend Mele Mehmud axivî û got; “Civîna me li ser ew kesên ku di sîstema bayometrî de navê xwe qeyd nekirine, qeyd bikin. Hemû bi hev re piştgiriya hev bikin û gelê Kurd tevlî hilbijartinan bibin. Ji bo dengê Kurdan heyî biparêzin û kêm nebe.”

 

 

Rewend Mele Mehmud wiha jî got; “Emê hemû karên yasayî bikin ji bo siyaseta kirina Ereb bê encam bimîne. Emê li hemberî neheqiya li dijî miletê xwe li Kerkûk bêdeng nebin. Me biryar da parlamenterên Kurd ên li Iraqê agahdar bikin ku neheqiya li hemberî Kurd û pêkhateyên din ên bajarê Kerkûkê neyê qebûlkirin. Ji ber tişta niha tê meşandin neheqiyek mezine li hemberî miletê me.”

 

Di dawiyê de jî Rewend Mele Mehmud bang li kesên ku ji Kerkûkê derketine cardin vegerin Kerkûkê û got ku Kurdatiya herî mezin ji bo wan tevlîbûna hilbijartinan e.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here