Li Kerkûkê gorek komî hate dîtin

43

 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Îro li Taxa Feyleq a bajarê Kerkûkê li nêzî Pirtûkxaneya Mehuy gorek komî hate dîtin.

 

Berdevkê Rêveberiya polîsên Kerkûkê Efrasyaw Kamîl têkildarî gora komî ya hatiye dîtin, ev agahî dan ajansa me; “Welatiyekî Taxa Feyleq dema xeta ava mala xwe çêdikir, di dema kolînê de çend hestî û cil dîtin.”

 

 

Efrasyaw Kamîl got; “Piştî hêzên me gihiştin wir, dîtin ku gorek bi komî ye. Di nava gorê de zêdetirê 8 kes hene. Ev cih pêştir baregehek leşkerî ya rejîma Baas bû.”

 

Efrasyaw Kamîl dawî de jî got; “Li gor zanyariyên destpêkê, ev gore ya sala 1991’ê, dema Raperînê ye. Her wiha li gor belgeyan ew cenazeyên di gorê de hatine dîtin, welatiyên Kurd bûne.”

 

(sk)