Meclisa Şengalê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir

77

 

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)  Qehtan Xelîl bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û bi tayet Efrînê şermezar kir û got; “Ev êrîşên tên ser Efrînê bi nêrîna me dagirkerî û faşîstiye.”

 

Qehtan Xelîl diyar kir ku sedemên êrîşên li ser Rojava ewe ku gelê Rojava ber bi azadiya xwe ve dibeze û gihişte wê astê ku bikaribe xwe bi rêve bibe û got; “Niha deweta Tirk ji sîstema ku li Rojava tê meşandin ditirse ku ew sîstem derbasî milê Bakûr û Tirkiyeyê ji bibe. Dawî li faşîzma dewleta Tirk were. Ji ber wê yekê jî ew qas êrîşan dibe ser gel û destkeftiyên Rojava."

 

'Heya dawiyê em li rex gelê xwe yê Efrînê ne'

 

Qehtan Xelîl wiha dewam kir; "Ev sê salin  ku Erdogan piştgirî bi veşartî dida DAIŞ'ê. Niha DAIŞ  jî nema. Ew neçare ku bi keve dewrê de û rûreşiya xwe ya bi dizî eşkere bike. Ji xwe ev demek pir dirêje bi rojan daxuyanî dide û dibêje ku ezê hêzên di Rojava de tine bikim.

 

Ger em werin ser gelê me yê Êzidî jî, ji milê Tirkan ve zêdeyî 63’ê fermanan hatiye ser gelê me û niha jî dixwaze ku wan li Rojava jî tine bike. Çawa ku li Bakûr xwest dawî li Êzidiyan bîne, niha jî di xwaze wê gemara xwe bîne ser gelê me yê Êzidî yê li Efrînê. Em wek gelê Êzidî yê Şengalê van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar dikin û di bêjin ku heta dawiyê jî em li rex gelê xwe yê Efrînê ne. Çawa ku gelê me yê  Rojava di dema fermana 3’yê Tebaxê de ji bo gelê me canê xwe dan, îro ev erk di keve ser milê me, wek gelê Şengalê emê bi erka xwe rabin."

 

(sk)