ROJNEWS / KERKÛK

 

Duh hatibû gotin ku şandeyek ji Tirkiyeyê çuye Kerkukê û hin hevdîtin pêk anîne. Şandeya ku bi awayekî veşartî hat herêmê, li gel Waliyê Kerkûkê yê bi wekalet û li gel berpirsên Ereb û Tirkmenan civiya.

 

Derket holê ku ev şande endamên Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) ya Tirk in û hewl didin ku li herêmê komek çekdar ava bikin. 

 

Parlemeterê YNK'ê yê Parlamentoya Iraqî Mehemed Osman diyar kir ku şande dibin serokatiya alîkarê Mûsteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ku navê wî nehatiye zanîn de hatiye.

 

Li gorî agahiyên çavkaniyeke bibawer ji ajansa me Rojnews’ê re ragihandiye, şande bi waliyê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Seîd re hevdîtinek pêk aniye û her wisa bi berpisên pêkhateyên Ereb û Tirkmenên Kerkûkê re jî nêzî sê saetan rûniştiye.

 

Li gorî heman çavkaniyê, civîn bi şêweyeke zehf veşartî û di hewayeke bi ewle de pêk hatiye. Sibeha heman rojê jî hêzeke zêde ya ewlekariyê di derdora ew avahiya parêzgehê de hatibû bicih kirin.

 

 

Çavkanî wiha jî got: “Tirkiye dixwaze herdu aliyên sunî yên Ereb û Tirkmen yên li bajarê Kerkûkê nêzîkê hev bike. Her wiha di civînê de behsa çêkirina hêzeke leşkerî jî hatiye kirin. Îstîxbarata Iraqê jî beşdar bûye.”

 

Her wisa hate gotin ku duh serê sibehê ne hiştine ti wesayît di ber avahiya parêzgehê re derbas bibe û her wisa destûr jî nedane ti karmendekî walîtiyê werin ser kar. Bahaneya wan jî ew bûye ku Îstîxbarata Iraqê serdana walîtiyê dike.

 

Çav li rê bû duh du berpirsên Iraqê bi armanca dabeşkirina postên bajêr bi awayeke sedî 32, serdana bajarê Kerkûkê bikin. Ev herdu berpirs jî ji Elî Elaqî û Torhan Muftî pêk dihat. Bi vê mebestê dezgehên ragihandinê xwestibûn biçin walîtiyê lê, destûr ji wan re ne hatibû dayîn.

 

Parlementerê Iraqê yê ser bi koma YNK’ê Mihemed Osman jî hatina şandeya MİT’a Tirk piştrast kir û got: “Şande ji berpirsên paye bilind yê MİT’a Tirk pêk dihat ku şande dibin serokatiya alîkarê Musteşarê MİT’ê Hakan Fîdan de hatine Kerkûkê. Şande li gel Tugaya Torhan li eniya Tirkmen û koma Ereb û walî Rakan Seîd kom bû.”

 

 

Civîn di avahiya Walîtiya Kerkûkê de, dûr li çavê rojnamevanan pêk hat. Civîneke dirêj lidar xistin û gelek nirxandin kirin.”

 

Mihemed Osman bi berdewamî wiha got: “Ev demeke dirêj bû Osame Nûcefî hewl dida ku Tirkiye îqna bike da ku ji bo bihevre kar kirina berpirsên komên Ereb û Tirkimenan bihevre kar bikin û li gelek herêman komplo li dijî Kurdan pêk bînin. Armanca wan ewe ku Kurdan di warê siyasî û rêveberî de bêpar bihêlin.”

 

Mihemed Osman diyar kir ku ev siyaseteke pûçe û divê berpirsên vê siyasetê berdêla wê jî bide û got: “Ez wer texmîn dikim ku behsa gelek mijaran hatiye kirin. Yek ji mijara hatiye nîqaş kiirn jî avakirina hêzekê leşkerî ya ji bo Tirkimen û Erebên Suneye. Lê, li ser van mijaran nayê girtin. Ji ber ev hem binpêkirina qanûnên Iraqêye hem jî ne aqilaneye.”

 

Osman têkildarî beşdarbûna endamên Îstîxbarata Iraqê ji bo wê cîvîna MİT’ê jî wiha got: “Dibe ku beşdar bûbin. Ji ber ku ev tev dijî Kurdan tevdigerin û dixwazin hebûna Kurd bi temamî lewaz bikin.”

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here