Wezîrê Petrola Iraqê li Kerkûkê lihevkirinek îmze kir

77

 

 

HAWAR STAR/ KERKÛK

 

Îro Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Lihêbî bi şanda ku ji nûnerê şîrketa petrolê ya Îngîltere Pitrolyum (BP) pêk dihat serdana bajarê Kerkûkê kir û li gel Waliyê Kerkûkê yê bi wekalet û rêveberê şîrketê civiyan.

 

Piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê de Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Lihêbî got; “Armanca serdana me ji bo Kerkûkê îmzekirina lihevkirina li ser petrolê li gel şîrketa Îngiltere ya bi navê Brîtesh Petrolyum (BP) bû.

 

Lihêbî wiha jî got; “Armancek din a vê serdana me jî, cardin beşa petrola Kerkûkê berçavan re derbas kirine. Em ji bo destpêkirina zêdekirina hilberîna petrola Kerkûkê hatine. Em hewl didin di rojekê de asta hilberîna petrola Kerkûkê rojane bigehîne 750 hezar bermîl.”

 

Lihêbî di dawiyê de ev jî got; “Pêwîst bû lihevkirina li gel şîrketa BP 2014’ê encam bidin. Belê ji ber şerê DAIŞ’ê hate rawestandin. Niha jî lihevkirin hate îmzekirin.”

 

(sk)