ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî kantona Efrînê her diçin zêdetir dibin. Berpirsê malbenda yek a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ev êrîşên dewleta Tirk weke dagirkerî binav kir û got ku divê dijî êrîşan Kurd tifaqa xwe bihêz bikin.

 

Osman Karwanî di dewama axaftina xwe ya ji ajansa me re diyar kir ku gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê ti dost nîne û wiha dewam kir; “Welatên herêmê ne dostên Kurdanin. Ew dostaniya ku welatên dagirker li gel Kurdan çêdikin, tenê demî ye. Ji bo wê jî yekane dostê Kurdan tifaqa nav wan bi xwe ye.”

 

Karwanî her wiha got; “Dema Kurd li her parçeyek serkeftin bi dest dixin, neyar nikarin van serkeftina qebûl bikin. Ev jî yek ji sedemên ku Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê ku çar welatin û nêzî hevin, serkeftina Kurdan li her yek ji van parçeyan dijî berjewendiyên xwe dibînin. Weke metirsî dibînin. Sedema ev êrîşên dijî Rojava jî, bingeha xwe ji vê nêzikatiyê digirin.”

 

‘Pêwîste Kurd li ser projeyek niştîmanî bibin yek’

 

Karwanî diyar kir ku divê Kurd li herçar parçeyan yek helwest û yek biryar bin û wiha dewam kir; “Divê Kurd li gel hev yek enî bin. Pêwîste Kurd li ser projeyek mezin a niştîmanî bibin yek. Ji ber ku Kurd bê nasname û bê dewletin. Dijmin li gel ew bê nasnameyî û bê dewletiya Kurdan, naxwazin Kurd yek tifaq jî bin.”

 

Kerwanî di dawiya axaftina xwe de jî got; “Divê em bi serkeftina her parçeyek Kurdistanê keyfxweş bibin. Li dijî şikestina her parçeyekî, alîkar û destek bin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here