Krîza darayî bazara Germiyan felç kiriye

57

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Krîza darayî û rewşa xerab a jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê jiyan li welatiyan felç kiriye. Esnafên Germiyan têkildarî encamên neyînî yên krîza darayî ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku asta kêmbûna bazarê gihaye astek metirsîdar.

 

Yek ji esnafên navçeya Kelarê ya girêdayî Germiyan Umêd Cume têkildarî rewşa xerab a bazarê wiha axivî; “Kêmbûna kirîn û firotina di bazarê de gihaye astek metirsîdar. Me nikarin kirêya mehane ya dikanên xwe derbixin. Li gor rewşa nebaş a bazarê, li gor caran jî nirx pir giranin. Bi taybetî girtina deriyên sînor û wergirtina gomirkê ji aliyê Iraq û Herêma Kurdistanê ve.”

 

 

Umêd Cume wiha jî got; “Sedema serekî jî nedayîna mûçe û seqetiya sîstema desthilatê ye. Her wiha ji destdana ji sedê 50’yê xaka Herêma Kurdistanê ye. Bawerî ji bo welatiyan nemaye ku ew pereyê hene li bazaran kirîn û firotin pê bikin.”

 

Her wiha yek ji kasibkarên navçeya Kelarê Berzan Ferec jî têkildarî krîza darayî wiha got; “26 salin ji ber vê hikûmetê krîz li pey hev li Herêma Kurdistanê dixin. Krîzên herî sereke jî yên aborî û darayî ne. Niha bûne pirsgirêkên herî mezin. Ev 15 salin ez li vê bazarê karê kasibkariyê dikim heya niha lewazbûna bazarê weke niha min neditiye. Sedema serekî jî hişmendî û bê zanîstiya şêwaza siyaset û desthilatê ye.”

 

 

Berzan Ferec di dawiya axaftina xwe de ev jî got; “Divê welatî dakevin qadan, xwe rêxistin bikin û vê rewşê qebûl nekin. Ewên niha civakê rêve dibin kesên paşvero, eşîrî û mafya ne.”

 

(sk)