Li Şehba û Cindirisê şer û topbaran

54

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Artêşa Tirk dagirker piştî gundên Herbel, Um El-Hoş û Erfadê yên kantona Şehbayê êrîşên xwe berfireh kir û gihand gundên Ziwan ê girêdayî kantona Şehbayê û gundê Celemê  yê girêdayî herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê.

 

Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA, Hêzên Şoreşger bersiva êrîşan dane û di encamê de di navbera herdu aliyan de şer rû daye.

 

Hate ragihandin ku kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker hene.

 

Li aliyekî din jî artêşa dagirker û çeteyên wê yên li gundên Idlibê bi cih bûne gundê Celemê yê herêma Cindirêsê ya Efrînê topbaran dike.

 

Topbaran û şer hîna didome.