Barzanî piştî Bexdayê berê xwe da Tehran

60

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro di saet 18:00’ê êvarê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên piştî serdana Bexdayê berê xwe dan Tehranê.

 

Biryare ku ev şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe li Tehranê hinek hevdîtin li gel rayedarên rejîma Îranê pêk bînin.

 

Îro jî heman şande serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiribû û Ebadî careke din behsa Yekparebûna Xaka Iraqê û pêkanîna Destûra Bingehîn a Iraqê ji şandeyê re kiribû û gotibû ku divê berhemanîn û hinardekirina petrolê radestê şîrketa Somo ya Hikûmeta Iraqê were bikin.