NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di dawiya sala 2017’an de li gelek bajarên Kurdistanê xwepêşdanên girseyî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatin û gel nerazîbûna xwe bi şêweyên cûda cûda anî ziman. Komek ciwanên Derbendîxan ku ji 11 kesî pêk dihat  bi rêya vêdeoyek,  li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ne demokratîk û gendel banga şerê çekdarî kirin. Paşê bêy ku ti çalakiyek pêk bînin, hemû ji aliyê asayişa herêmê ve hatin desteser kirin.

 

Îro 149 kesayet, çalakvan, rojnamevanên Herêma Kurdistan û derveyî welat, ji bo serbest berdana 11 ciwanên Derberdîxan ku ji ber xwepêşdanên li Derbendîxan hatibûn binçav kirin daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin û danxuyakirin ku wan pêngavek ji bo van ciwanan dane destpêkirin.

 

Di daxuyaniya van kesayet û çalakvanan de wiha têgotin: “Em daxwaz dikin ku di demeke nêz de ev ciwanane serbest were berdan.”

 

Di berdewama daxuyaniyê de jî wiha têgotin: “Ev ciwanane kesên hejar yên civakêne ku rûberûyê cihêkariyê hatine û qurbaniyên sîstema gendel ya hikûmet û partiyên Başûrê Kurdistanêne. Ji ber van sedeman xwestine bi awayeke çekdarî li dijî vêya derkevin.”

 

Her wisa çalakvan û rojnamevanan diyar kirin ku ev ciwanane tenê niyet kirine û ti pratîkeke wan ya çekdarî jî çênebûye û wiha pêde çû: “Tevî ku ti pratîkeke wan ya çekdarî çênebûye jî dixwazin cezayê herî giran li wana bi birin. Em daxwaz dikin ku ev ezîzane di demeke herî nêz de serbest werin berdan. Her cezayek ji van ciwanan re were dayîn wê bandoreke pir xirab li ser civaka Kurdistanê bike.”

 

Kesên beşdarî vê kampanyayê bûne diyar kirin ku hikûmet dixwaze van ciwanan bi xala qanûna cezayê ya ji dema rejîma Sedam maye ceza bikin û wiha hate gotin: “Bi vê qanûna cezayê gelek rêveberên Başûrê Kurdistanê di dema rejîma Sedam de bi sedema ku li dijî rejîmê derketine hatine darvekirin. Niha jî hewl didin bi vê qanûn ku bi sedan zarokên Kurd hatine darvekirin ciwanan ceza bikin.”

 

Ev qanûna cezayê xala 156 ya dema rejîma Sedam ya ji sala 1969’an ve di meriyetê de bû û cezayê darvekirinê li kesên li dijî hikûmetê derdikevin dibirî di sala 2003’an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya (Iraq) veguhert cezayê heta hetayî yanjî demî.

 

Navê 11 ciwanên hatine binçavkirin ev in;

 

Hejar Salih

Makwan Fetah

Kosar Salih

Îbrahîm Ebas

Serwet Elî

Aso Mihemed

Aryan Elî

Ebdulrehman Mela Nûrî

Rewa Elî

Akam Xalid

Senger Salih

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here