Goran: Divê civaka navnetewî dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng nebe

40

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM/ HEWLÊR

 

Hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê didomin. Der barê êrîşên dewleta Tirk endamê encûmeniya parêzgeha Hewlêr ji koma Tevgera Goran Dilêr Hisên ji ajansa me re got; “Demek dirêje Tirkiye hêz aniye ser sînorê Sîdekan. Ev jî cihê nerazîbûnê ye.”

 

Dilêr Hisên diyar kir ku ew êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê çêdibin ji ber bê îradebûna desthilata herêmê ye û got; “Desthilata herêmê bi xwe timî alîkar bûne li gel hêzên biyanî. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî rê dane destê ji derve bikeve nav de.”

 

‘Divê hikûmeta herêmê xwedî helwest be’

 

Dilêr Hisên wiha dewam kir; “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî helwest be û hizib jî bêdeng nemînin. Ji ber ku li gor yasaya navnetewî mafê ti welatekî nîne sînorê welatek din derbas bike. Di vê mijarê de Iraqê jî ti karek ji bo parastina serweriya xwe nekiriye. Divê hikûmeta Iraqê li dijî dagirkirina xaka xwe helwest nîşan bide. Her wiha destûr ji bo aliyek jî nede ku alikariya hatina hêzên derve ji bo ser xaka wan bike.”

 

‘Êrîşên Tirkiye li ser Efrînê nikarin bên qebûlkirin’

 

Dilêr Hisên her wiha bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û got; “Rojavayê Kurdistanê di aliyê xwerêveberî û damezrandinê de gavek mezin avêtiye. Ev jî bûye sedema nerazîbûna dewleta Tirk û dijminên gelê Kurd. Ev êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê jî nikare bê qebûlkirin.”

 

Di dawiyê de jî Dilêr Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê demek pêş a din civaka navnetewî li dijî êrîşên dewelta Tirk dijî Başûrê û Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û helwest nîşan bide. Dawî li bêdengiyê bîne. Divê Kurd jî dijî êrîşan tifaqa xwe çêbikin.”

 

(sk)