Leşkerên Tirk li Şêrawa 2 sivîlên din qetil kir

40

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dewleta Tirk ku di her gaveke di avêje de bindikeve û wendahiyên mezin dide, dest bi qetil kirina sivîlan dike.

 

Artêşa Tirk bombe li gundê Cilbire yê navçeya Şerawa ya Efrînê barandin û 2 sivîlên din kuştin. Kesek jî bi giranî birîndar bû.

 

Metirsî heye ku dibin xirbeyan de hinek sivîlên din jî jiyana xwe ji dest da bin.

 

Li gundê Edamê yê herêma Racoyê jî ji ber topbarana artêşa Tirk a li dijî sivîlan, keçeke biçûk şehîd bûbû.

 

Di êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de 2 jê zarok 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara sivîlên birîndar jî bû 15.