KCD, DBP, HDP û TJA ji bo êrîşên li dijî Efrînê şermezar bikin, li avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn, berî kombûnê polîsan avahiya partiyê dorpêç kir.

 

Duh saet di 16.00'an de arteeşa Tirk û komên girêdayê Artêşa Sûriya Azad yê li dijî Kantoya Efrînê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê êrîşên hewayî û bejayî dan destpêkirin. Rêxistinên kurdistanî ên wekî KCD, DBP, HDP û TJA ji bo êrîşên li dijî Efrînê ku sivîl jî hatin qetilkirin şermezar bike, li avahiya HDP'ê ya Amedê li hev civiyan. Berî kombûnê partî û tevgeran, polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir. Bi sedan polîs li herêmê bi cih kirin û maşîneyên zirxî şandin herêmê. Kesên ji herêmê re derbas dibin di kontrola GBT'ê re tên derbaskirin.

 

Welatiyên li dijî zextan derketin gotin aşkera kirin ku şerê li Efrînê li ser wan jî tê meşandin. Ruxmê hemû astengiyan welatî derbasî avahiya HDP'e bûn û çûyîna gel a partiyê dewam dike.

 

Polîsan heta ber deriyê avahiya partiyê jî girt, aşkera kirin ku dê bi hinceta OHAL'ê destûrê nadin tu daxuyanî bê dayîn.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here