Şevê din ciwanên Başûr ji bo Efrînê li qadan bûn

41

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ciwanên Başûrê Kurdistanê piştî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Kantona Efrînê li gelek bajaran daketin qadan û piştgiriya xwe ragihandin. Ciwanên bajarê Silêmanî, Kelar, Çemçemal û Ranye li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan û dirûşmên piştgiriyê anîn ziman.

 

Silêmanî

 

Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi riheke netewî û seferberiyê şevê din bi pêşengiya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silêmanî çalakiya piştgiriyê lidar xistin. Çalakiya ciwanan li ser Cadeya Salim destpê kir heya ber baxê giştî berdewam kir.

 

Ranya

 

Şevê din li navçeya Ranya ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê meşek bi pêşengiya Komeleya Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer çalakî hate lidarxistin.

 

 Çalakî li nav Baxê Giştî yê Ranya destpê kir. Biryar bû ku çalakî heya sibê dom bike lê, asayişa Ranya bi bahaneya ku destûra çalakiyê negirtine astengî derxistin.

 

Çemçemal

 

Bi heman armancê jî li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo piştgiriya Efrînê çalakî lidar xistin.

 

 Di çalakiyê de ciwanan peyama piştgiriya Efrînê da û bang kirin ku divê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê çalakî bên lidar xistin. Her wiha ciwanan diyar kirin ku ew amadene ji bo piştgiriya Efrînê biçin Efrînê.

 

Çalakî bi dirûşmên ‘Efrîn berdewama Kobanê ye’û ‘Berxwedana Efrînê wê bi ser bikeve’ bidawî bû.

 

Kelar

 

Şevê din weke bajarên din yên Başûrê Kurdistanê ciwanên Kelarê jî meşeke piştgiriyê lidar xistin. Asayişa Kelarê bi bahaneya ku destûrê negirtine çalakî asteng kirin û ji bo demekî dest danîn ser kameraya nûçegîhanê me.

 

Wê îro li gelek bajarên Başûr çalakiyên piştgiriyê werin lidar xistin.

 

Bajarên ku çalakî werin li darxistin; Silêmanî , Kelar, Çemçemal, Derbendîxan, Koye, Ranya û biryare li Hewlêrê jî li çar cihên cûda çalakî werin lidar xistin.

 

 

 

 

 

(bz)