Welatiyên Başûr: Em amadene biçine Efrînê

47

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Dewleta Tirk bi hewayî û tobaranê êrên xwe yên li ser Efrînê zêde kiriye. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk her diçe bertek û nerazîbûnên welatî, çîn û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê jî zêde dibin. Welatî û çalakvanên Başûr ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ew bi Efrînê re ne.

 

Çalakvanê civaka medenî Ceza Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi topbaran kirina sînorên Başûrê Kurdistanê tenê nema, welatiyên Kurd êşkence dike û wiha pêde çû; “Dewleta Tirk li ber çavê hemû dewletên cîhanê dest bi topbarankirina xaka Efrînê kiriye.”

 

 

Ceza Mihemed her wiha got; “Ger pêwîst bike weke welatiyên Kurdistanê amadene biçine Efrînê. Her çewan pêştir me Kobanê parast, her wiha parastina Efrîna xweşewîst jî dikin.”

 

Çalakvan Şikar Heme Emîn jî li ser êrîşên dewleta Tirk wiha axivî; “Leşkerkêşiya dewleta Tirk a li ser Efrînê hemû Kurd dilgiran kirine. Ji ber ku ev komployek navnetewî ye. Bi şêweyek eşkere li ber çavê çapemenî hemû rêxistinên navnetewî ev êrîş tê kirin.”

 

 

Şikar Heme Emîn diyar kir ku ew amadene ji bo parastina Efrînê li rex gelê Efrînê cih bigirin.

 

Welatiyê binavê Qadir Mihemed jî ku nerazîbûn nîşa êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê da û got; “Ez weke takekesek Kurd li Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê nerewa dibînim. Weke destwerdana xak û serweriya welatek din dibînim.”

 

 

Qadir Mihemed got jî; “Ger Efrîn rojek pêwîstî bi me be, amademe bi ruh û giyan biçim û parastina Efrînê bikim. Kurd gelek azadîxwaze û dewlet êrîşê ser dikin. Efrîn ne xaka Tirkiyê ye. Ji bo me eşkere bû ku pîlana dewleta Tirk dijî hemû Kurdane li herçar parçeyên Kurdistanê. Em hemû demê amadene xwe ji bo gelê xwe amade bikin.”

 

Li ser heman mijarê çalakvanê medenî Bêstûn Şehîd Cebar jî wiha axivî; “Em li vir ew leşkerkêşiya dewleta Tirk şermezar dikin. Erdogan ronikên tîmsahan dirijîne ji bo Borma û Filîstîniyan. Lê li vir jî destê wî ji xwîna welatiyên Kurd sor bûye.”

 

 

Bêstûn Şehîd Cebar bang li Neteweyên Yekbûyî, welatên demokratîkxwaz, welatên mafperwer kir ku dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bidin û got; “Niha bi hezaran Kurd dibin êrîşên dewleta Tirk de ye. Dewleta Tirk li dijî Efrînê leşker li ser sînor kom dike.”

 

(sk)