Adil Mûrad ji bo derxistina leşkerên Tirk bang li hikûmeta Iraqê kir

48

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad di Konferansa sefînên Iraqê ya di navbera roja 4 û 5'ê Sibatê de, li Baxda pêk hatî de bal kişan li ser hebûna hêzên Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê.

 

Mûrad daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku zextê li Tirkiyeyê bike, ji bo hêzên xwe li ser xaka Iraqê vekişîne û got; "Daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku zêdetir desthilata xwe bi kar bîne ji bo zextê li Tirkiyeyê bike, hêzên xwe yên bi hînceta PKK'ê li bajarên Başûrê Kurdistanê bi cih kirine vekişîne. Xaka herêma me bi dehan sale dagirkiriye û welatiyên sivîl dike armanc."

 

Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad herî dawî wiha axivî; "Daxwazê ji sefîrên Iraqê dikim ku bi daxuyaniyekê, şer û komkujiyên li ser xaka Sûriyeyê bi taybet şerê li Efrîna berxwedêr ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ku awayekî neheq û dur li hemû qanûnên navneteweyî destdirêjiya welatê cîran dike, şermezar bikin. Tirkiyeyê hêzek mezin aniye ji bo kuştin û komkujiya gelê Kurdistanê, ji bo parastin û qayîmkirina hebûna grûbê terorîst li Iraq, Sûriyeyê û herêmê bike."