Hizbên Rojhilatê Kurdistanê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

56

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Bajarokê Rizgarî ya Hewlêrê îro Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistana Îranê, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê û Hizba Demokrata Kurdistanê li Ofîsa Deftera Siyasî ya Rêxistina Xebata Kurdisana Îranê civiyan.

 

Piştî civînê Endamê Deftera Siyasî ya Rêxistina Xebatî Kurdistana Îranê (Sazmanî Xebatî Kurdistanî Îran) Kamîl Nuranî Ferid daxuyanî da û got; "Civîn taybet ji bo komkirina hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bû. Di civîna me ya sêyemîn de 5 hizbên siyasî beşdar bûn. Em pêşwaziyê li hemû hizbên din jî dikin. Hêvîdarîn ku hemû bi hev re hevkariya Kurdistana Rojhilatê Kurdistanê çêbikin."

 

Kamîl Nuranî Ferid eşkere kir ku dixwazin dengê wan yek be û wiha domand; "Em dixwazin dengê me yek be, ji bo ku bikarin zêdetir bihêz li hemberî wan neheqiyên hikûmeta Îranê dike rawestîn. Lewma li vir zengilê agirkirina ji bo desthilata Îranê lê dide. Di van deman de, hêz û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hevbeş xebat û têkoşînê li hemberî serwerî û dîktatoriya rejîma Îranê bikin."

 

Kamîl Nuranî Ferid herî dawî bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Em hemû van êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê û Efrînê şermezar û mehkûm dikin. Emê beşdarî hemû çalakiyan piştigiriya gelê Kurd bi taybet gelê Efrînê bikin, bibîn."