Mamostayan bi xwepêşandanekê daxwazên xwe pêşkêşî Bexda kirin

54

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Mamosta û kermendên Silêmaniyê îro bi xwepêşandanekê li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirin.

 

Li ber Ofîsa Perlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê li ser navê Desteya Mamostayên Nerazî Sebah Serdem daxuyaniya mamostayên nerazî xwned. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku hewara deng û jiyana mamostayan were û mûçeyên mamostayan li gorî mekanîzmeyekî guncav bidin. Bila mûçeyên me nebin lîstokekî siyasî ya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Em daxwazê ji berpirsên Herêma Kurdistanê jî dikin ku ji bo berjewendiyên xwe nebin asteng li pêşiya hatina mûçeyên me. Her wiha bang li welatiyan ji dikin ku li dijî gendeliyê bibin xwedî helwest. Desthilata Herêma Kurdistanê li hemberî paşketina perwerdeyê de berpirse."

 

 

Parlamentera Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya  Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî axivî û wiha got; "Dengê me jî li gel dengê we ye. Me di rûniştin paralentoya Iraqê de behsa daxwazên we kiriye. Em li gel we ne."

 

 

Her wiha Parlamenterê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê  Mesûd Heyder jî axivî û wiha got; "Hêviya me heye ku hikûmeta Iraqê wê di demekî gelek nêzik de daxwazên we bi cih bîne. Eger daxwazên we pêk neyîne wê helwesekî me ya siyasî hebe."