Civîna ji bo hilbijartinê bê encam bi dawî

45

 

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

 

Îro civîneke zêdeyî du saetî bi mebesta diyar kirina dema hilbijartinên herêmê li Hewlêrê hate lidar xistin. Şandeya Bilind a Hikûmeta Herêmê ya dibin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talabanî serokên komên partiyan li parlementoyê û komîsyona hilbijartinê tevlî civînê bûn. Armanca civînê diyar kirina dema hilbijartinan bû lê, bêyku encamek zelal were girtin, bi dawî bû.

 

Barzanî jî agahî da rojnamevanan û got ku tu rojek ji bo hilbijartinan ne diyar nekirine. Nêçîrvan Barzanî daxuyankirin ku wan di civînê de behsa bûdceya hilbijartinê û pêwîstiyên wê kiriye.

 

Serokê Koma Komela Îslamî Merwan Gelalî ku beşdarê civînê bûbû hinek agahî der barê dîroka pêk hatina hilbijartinan de da û got: “Hemû partiyên beşdarî civînê bûn hem fikir bûn ku hilbijartin di 6’ê Îlonê de pêk were. Ji ber 7’ê Îlonê dema parlementoya heyî bi dawî dibe. Eger hilbijartin bikeve piştî 7’ê Îlonê wê dema parlementoyê careke din dirêj bibe. Ancax biryare di van çend rojên pêş de Hikûmeta Herêmê biryarek di vê der barê de bide.”

 

 

Biryar bû 01.11. 2017’an hilbijartinên parlementoyê û serokê Herêma Kurdistanê pêk hatiba. Paşê di 24’ê 10’ê 2017’an parlemento kom bû û di civînê de biryar hate dayîn ku 8 meh were dirêj kirin. Di 07.09 2018 temam dibe.