Dagirkeran vê carê êrîşî îstasyona avê kirin 

45

 

EFRÎN 

 

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê berdewam dikin. Di her êrîşekê de, zêdetir eşkere dibe ku Tirkiye û DAIŞ bi heman armancê tevdigerin û Tirkiye komên çete li dora xwe kom kirine. 

 

Çeteyên DAIŞ'ê ku desteka herî mezin ji Tirkiyeyê digirin di hemû êrîşên xwe yên li Suriye, Iraq û Rojava de cîhên pîroz, dîrokî, goristan, jin, zarok û hemû nirxên mirovahiyê dikirin hedef. 

 

Artêşa Tirk a dagirker van pêkanînên ku berê bi destê çeteyan dikirin, îro jî bixwe li gel çeteyên xwe dike. 

 

Di êrîşên dagirkeriyê yên 19 rojan de, mizgeft, dêr, dibistan, navendê tenduristiyê, goristan, zarok û jin bûn hedefa êrîşên dagirkeran. 

 

Dagirkeran herî dawiyê jî îstasyona parzunkirina avê ya Efrînê dan ber topan. Di êrîşa ku îro pêk hat de, îstasyonê ziyan dît.