HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Li gundewarên bajarokê Zinane yê Germiyan îro artêşa Iraqê û hêzên Heşdî şebî li hemberî gundên ku dihatin gotin hêzên Ala Spî lêne dest bi operasyonê kirin. Hate ragihandin ku di operasyonê de ti şer neqewimîne û rastî hev nehatine.

 

Berpersî Ofîsa Ragihandina Hêzên Bersivdayîna Lezgîn yên Iraqê Ebdulemîr Mihemedawî têkildarî operasyonê ev agahî dan ajansa me; "Di vê operasyonê de gundên Pelkane yê mezin û biçûk, Pelkanê Salim û Çiyayê Meydan hatin kontrol kirin û hejmarek bombe jî hatin pûçkirin.  Em rastî ti hêzan nehatin. Me ti çekdar nedîtin. Lê me dest danî li ser baregehekî wan û hejmarek belgeyên wan hatin desteser kirin."

 

Ebdulemîr Mihemedawî eşkere kir ku li gorî belgeyên ketine destê wan de, ew çekdarênn li wan herêman DAIŞ'in û got; "Ev hêzên li vir ji parêzgeha Selahedîn, Diyale û Hewîce hatine li vir kom bûne. Wê operasyona me berdewam bike."

 

Piştî bûyerên 16'ê Cotmeha sala 2017'an çend grûbên çekdar ên nenas li  sînorên gundên bajarokê Zinane bi cih bûn. Bi taybet li gundê Pelkane dihatin dîtin, hêzên ewlehiyê ev grûbên çekdar weke bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bi nav dikirin.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here