‘Divê jin li dijî sûcên dagirkeran bêdeng nemînin’

47

 

 

 

ÇAVDÊRÎ: NECÎBE OMER

 

 

Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) û her wiha çavdêra siyasî têkildarî êrîşên li ser Efrînê û her wiha hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk ku herî dawî êrîşê meşa ciwanên Başûr kir nivîsek nivîsî û got, êrîşkirina ser ciwanan piştgirî dayîna destdirêjiya dewleta Tirk li ser jinan pêk tîne ye.  

 

Naveroka nivîsa çavdêriyê ya Necîbe Omer wiha ye;

 

Rejîma Tirk ya faşîst li ber çavê cîhanê bi hemû hêza xwe êrîşê kantona Efrînê dike û di encamê de bi sedan kesên medenî şehîd û birîndar bûn. Ev êrîşane di encama komployekî de pêk tê. Ev jî di demekî pêk tê ku Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriye sîstemekî demokratîk ya gel ava kirine û jiyanake bihevre ya tevahî gelan himbêz dike, hemû bihevre xwedî hêzên parastina gelan ava kirine. Her wiha ev sîstem li ser xeta netewa demokratîk ya bi pêşengiya jin û ciwanan pêk tê. Her wiha ev di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jin de tê meşandin.

 

Armanca van êrîşan ne qebûl kirina destkeftiyên Rojava û destkeftiyên nasnameya azad a jin e. Her wiha êrîş li ser Efrîn êrîş li têkoşîna azadîxawz ya jin e. Di anvan şer de jî ewên bi şêweyek qehremanane û di asteke jor de xwedî li gel û des4tkeftinên kegel dikin jinin. Jin bûne volkan û di nava hêzên faşîst yên Tirk de xwe teqandine. Şervana YPJ hevala Avesta Xabûr bû ku mîna Arîn, Rêwan, Destîna û Bêrîtan çalakiya fedayî lidar xist.

 

Em helwesta ne mirovane ya PDK’ê şermezar dikin ku careke din rûyê xwe yê rastî yê nokerî û hevkariya li gel dewleta Tirk eşkere kir. Maskeya xiyanetê ya li beramber şoreşa Rojava ûu Efrînê carekî din ket. Ji ber vê jî heta şer heb wê çalakiyên griseyên yên me jî berdewam bikin. Bi taybet em weke jinên Başûrê Kurdistanê pêwîste her timî li ser piyabin. Ji ber eger êrîş li ser Efrîn serbikeve wê careke din jinên Başûr felaket û fermanên Şengal, Enfal û Kîmyabarêne re rû be rû bên.

 

Jinên Efrîn cûdayê hemû jinên Kurd û cîhanê ji bo azadî li dijî sîstema desthildar û mêrsalar têdikoşin. Hêzeke weke PDK ku pêşî li ciwanên Başûrê Kurdistanê digire, tê wateya ku piştgiriyê dide hemû cûre destdirêjiyên li ser jinae. Pêwîste em jin li dijî destdirêjiyan PDK’ê xwedî helwest bin û di her aliyekî de hewl bidin meşa ciwanan berdewam bike û beşdarî wê bin. Divê em li dijî sûcên dagirker pêk tînin bêdeng nemînin.