QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Li Hewlêrê îro şandeya Eniya Piştgiriya ji bo Efrînê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de, bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) re civiya. Şandeya Eniya Piştgiriya ji bo Efrînê daxwaznameyekî ji 5 xalan pêk tê pêşêkî NY'ê kir. Nûnertiya NY'ê soz da şandeyê ku daxwazên wan bigihîne berpirsên NY'ê.

 

Piştî hevdîtinê endamê şandeya Eniya Piştgiriya ji bo Efrînê Bekir Şêx Selam daxuyanî da û got; "Me di daxwaznameya xwe de, daxwaz ji NY'ê kir ku di zûtirin demê de weke erkê qanûnî û mirovî li pêşiya êrîşên li ser Efrînê bibin asteng. Yek ji xalên din, li gorî qanûnên navneteweyî êrîşên dewleta Tirk lêkolin bikin û êrîşên dewleta Tirk weke dagirkerî bi nav bike."

 

 

 

Piştî hevdîtinê endamê şandeya Eniya Piştgiriya ji bo Efrînê Bekir Şêx Selam axaftina xwe wiha domand; "Me daxwaz ji NY'ê kir ku ji bo daxwazên xelkê Başûrê Kurdistanê yên ji bo derxistina leşkerên Tirk ên li ser xaka hewldan bikin û hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê bi dawî bibin. Her wiha me daxwaz kir ku NY'ên hewara qurbaniyên Efrînê bike û alîkariya mirovî pêşkêş bike. Her wiha Konseya Ewlehiyê di zûtirin demê de bicive û helwesta xwe nîşan bide û ji bo xizmeta çareseriya siyasî û pêşîgirtina şer biryar bide. "

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here