Fransa ji bo Tirkiyeyê: Sînor bi kuştina sivîlan nayê parastin

31

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji BFM TV’yê re axivî û li ser hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê got, Pêkanîna ewlehiya sînor ne bi kuştina sivîlane."

 

 

Le Drîan wiha axivî: "Tê fêhmkirin ku Tirkiye bixwaze ewlehiya xwe ya sînor pêk bîne, ev mafekî rewa ye, lê ewlekirina sînoran ne bi kuştina sivîlane. Divê mirov şer li şerê Sûriyê zêde neke. DAIŞ li Sûriyê hê têk neçûye."

 

Drîan li hêlekê got Fransa dostê Kurdane û li hêla din jî got, Tirkiye di şerê Sûriyê de aktorekî jênegere.

 

Drîan her wiha got ku divê artêşa Tirk û "hêzên biyanî" yên dîtir ji Sûriyê vekişin.

 

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî girînge û got ku di rewşeke berovajî de wê "şer li şer zêde bibe" û rewşeke dramatîk bi xwe re bîne.

 

Drîan her wiha got: "Kurd di standina Reqayê de bi temamî bûne mînak û biryardar, Pêşmerge di şerê dijî DAIŞ’ê de bi risteke girîng rabûn."

 

Drîan bal kişande DAIŞ’iyên Fransiz ên di destê Kurdan de û got nêzî 100 DAIŞ’iyên Fransî di dest hêzên Kurdan de ne. Wezîr got, "Ev şervanin. Fransizin lê dijminên me ne. Encam, evê ji hêla kesên ku bi wan re şerkirin ve werin darizandin."