Fransa: Tirkiye li Efrînê hiqûqa navnetewî binpê dike 

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Yves Le Drian destnîşan kir ku Tirkiye û Îran li Suriyeyê hiqûqa navnetewî binpê dikin û got: "Pêkanîna ewlekariya sînor nayê wateya kuştina sivîlan û divê ev yek bê şermezarkirin. Di demeke ku li Suriyeyê rewşeke taluke heye de, divê Tirkiye şer li ser şerekî din zêde neke."

 

Drian bal kişand ku li Suriyeyê hiqûq ji aliyê Tirkiye, rêveberiya Şamê, Îran û yên ku êrîşî Xutaya Rojhilat û Idlibê dikin ve tê binpêkirin.