MAHÎR YILMAZKAYA / ROZÊ TATANÎ

 

 

Gerîlayên HPG’ê Şahan Botan û Dozger Zagros bi boneya 19. Salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn û biryardariya xwe ya têkoşîna li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin: “Wê Ev 15’yê Sibat ji bo me dawî be.”

 

Gerîlayê HPG’ê Şahan Botan: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd 15’ê Sibat weke rojeke reş dibînin. Bi vê komployê di şexsê Rêber Apo de hebûna gelê Kurd hedef girtin. Lê, Rêber Apo, PKK û gelê Kurd ji saya berxwedan û vîneke polayî komployê pûç kirin.

 

 

‘Rêberê gelan e’

 

Em ê weke gerîla û gel jiyaneke bê Rêber Apo li wan bikin dojeh. Em Rêber Apo tenê weke Rêberê gelê Kurd nabînin, em weke Rêberê gelan dibînin. Ji ber hêzên desthilatdar fikir û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê ji xwere weke metirsiyekî mezin dibînin, komployê pêk anîn. Fikrê Rêber Apo pêşî li berjwendiyên hêzên emperyalîst û kapîtalîst digire.

 

‘Wê her çirkeyeke me têkoşîn be’

  

Emê her kêlî û her çirke li dijî komploya li ser Apo têbikoşin. Niha tecrîdeke zehf giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Faşîzma Erdogan-AKP bi vê tecrîdê hewl dide PKK’ê û gelê Kurd teslîm bigire. Ji lewma armanca me azadiya Rêber Apo ye. Tenê şermezar kirina komployê têrê nake, divê em hesab ji komplogeran, ji faşîzma AKP û Erdogan bixwazin. Ji bo vê jî rê û rêbaz pêwîstin. Pêwîste em têkoşîn û şerê şoreşgerî bilind bikin. Gerîla ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê çi pêwîst be dê wêya bike. Ji lewma ji bo me ev 15’ê Sibat dawiye.”

 

‘Rêber Apo ji bo ava kirina mirovekî nû têdikoşe’

 

 

Gerîla Dozger Zagros: Di şexsê Rêber Apo de dixwazin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin. Hêzên emperyalîst-kapîtalîst ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwere metirsî dîtin êrîş kirin kirin. Rêber Apo têkoşîna ava kirina mirovekî nû dide û ji bo jiyaneke azad pêşkêşê mirovahiyê bike, têdikoşe.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here