Goran: Me biryar nedaye beşdarî lîsteya hevbeş a PDK’ê û YNK’ê bibîn

32

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Li bajarê Hewlêrê îro, PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî, Hizba Zehmetkêş, Hizba Komunîst, Partiya Sosyalîst,  Koalîsyona ji bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtûya Îslamî li baregeha Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê  bi rojeva hilbijartinê kom bûn. Piştî civînê Nûnerê YNK’ê Rêbaz Bêrkotî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku wan li hev kirine ku bi yek lîsteyê, weke koalîsyekî li herêmên nakokî li ser hene beşdarî hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê bibin.

 

Berpirsê Odeya Peywendiyên Siyasî yê Tevgera Goran Hîmdad Hemed Elî ku ew jî beşdarî civînê bibû, ji ajansa me re ragihand bi dûr û nêzîk bi ti awayî wan biryar nedane beşdarî lîsteya hevbeş a PDK û YNK'ê bibin û got; "Ji bo her mijarên girîng û mezin şandeyên Tevgera Goran qet nikarin serbixwe biryaran bidin, divê biryarê bibin Civata Niştîmanî û ger pêwîst kir wê li wir biryarê bidin."

 

Berpirsê Odeya Peywendiyên Siyasî yê Tevgera Goran Hîmdad Hemed Elî axaftina xwe wiha domand; "Heya niha Tevgera Goran ji bo beşdarbûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê li gel Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperwerî lîsteya hevbeş a bi navê lîsteya Koalîsyona Niştîmanî pêk aniye."

 

Berpirsê Odeya Peywendiyên Siyasî yê Tevgera Goran Hîmdad Hemed Elî têkildarî naveroka civîna îro ya aliyên siyasî jî wiha destnîşan kir; "Civîn tenê li ser mijarên niha bû. Aliyan guhdarî hevkirin. Li ser hin mijaran nêzî hevbûn û li ser hin mijaran jî ji hev dur bûn."