DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Îro Grûba Dengê Şeqam (Kolan) bi ramanca pêşkêşkirina daxwaznameyek ji bo derxistina hêzên Tirk û Îranê ji Herêma Kurdistan û Iraqê serdana Ofîsa Parlementoya Iraqê ya li Silêmaniyê kirin. Piştî serdana fermî jî daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

 

Endamê Grûba Dengê Şeqam Ceza Hesen daxuyaniya Grûbê xwend û got: “Dewleta Iraqê xwedî serweriya xweye, divê serweriya xaka xwe biparêze."

 

 

Di daxûyaniyê de têgotin ku ew weke Gûba Dengê ŞEqam ji Parlementoya Iraqê daxwazin dikin ku civînek lidar bixin û biryara desrixsitna artêşa Tirk û hêzên Îranê, navendên wan yên îstîxbarête ji ser xaka Herêma Kurdisatnê derbixin.

 

Her wiha di têde tê xwestin ku komîsyonek ji bo lêkolînek der barê ew kes û aliyên ku hêsankarî ji bo hêzên biyanî çêkirine ku bên anva xaka Iraqê de.

 

Piştî Grûba Dengê Şeqam Parlementerê Goran yê li parlementoya Iraqê Emîn Bekir jî mafê axaftinê girt û got: “Me berê niha di vê der barê de îmze kom kiribû ji bo parlementoya Iraqê biryara derxistina van hêzan ji ser xaka Iraqê bide, biryar başin. Lê, di mijara pêk anîna van biryaran de pirsgirêk heye û hikûmeta Iraqê bi erka xwer ranabe.”

 

 

Parlementerê Goran ji derveyî Iraqê rexne li xemsariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî girt û got: “Hikûmeta Herêmê jî ji ber berjwendiyên hizbên desthilatdar yên Herêma Kurdistanê li gel van dewletan di mijara pêk anîna biryarên xwede xemsar nêz dibin. Emê dûbare li ser daxwaza Grûba Dengê Şeqam vê daxwaznameyê bigihînin Parlementoya Iraqê.”

 

Parlementoya Iraqê di meha Cotmeha 2016’an de xwest dewleta Tirk ji ser axa Iraqê derkeve û hêzên Tirk jî weke hêzên dagirker yên ser xaka Iraqê bi nav kiribû.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here