Jinên Silêmanî ji bo Efrîn daxwaza gavên pratîkî dikin

56

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk di roja 19. de bi awayeke bihêz berdewam dike. Jinên Başûrê Kurdistanê jî piştgiriyê didin berxwedana Efrînê û dibêjin, ji bo Efrîn gavên pratîkî pêwîstin.

 

Karmenda pirtûkxaneya Endîşe Terze Reûf: Dewleta Tirk gelê Kurd di komkujiyan re derbas dike, nabe em li beramber vêya bêdeng bimînin. Divê em hevkariya wan bikin û ji bo vê jî biçin li ber avahiya konsolosxaneyên welatên din yên li herêmê û nerazîbûn raber bikin.

 

 

‘Ji bo Efrîn divê Kurd yek bin’

 

Yekîtiya gelê Kurd gelek girînge. Eger em di nava xwede yekgirtî nebin û bihevre li ser daxwazên xwe yên rewa bi yek helwestê tevnegerin, wê tu dewlet li dijî van êrîşan nesekine. Nimûneya vêya jî dagirkirina Kerkûke ku eger em xwedî yek hêz û yekgirtîban wê Kerkûk bi vî awayî ji dest neçûba.”

 

Xwendekara Zanko Sîma Ehmed: Bi berxwedana jinên Rojava serbilind û şanazim. Jinên Rojava bi berxwedana xwe îspat kirine ku jin bihêzin û têkoşîna wan pîroze. Kurdistan hemû yek parçeye û divê bihevre têkoşîn ji bo Efrîn bikin."

 

 

Mamosta Geşaw Mihemed: Nabe ku em jin li beramber rewşa Efrîn xemsar nêz bibin. Ji ber helwesta me hêz dide jinên YPJ û bi giştî şervanan. Divê em bi hevre bi ser şaşitiyên xwe yên berê de biçin û xebatekî bihêz pêk bînin. Dijmin çar aliyên me dorpêç kiriye û dixwaze bi her rêyekî deskeftiyên me têk bibin. Ji bo vê jî em ancax dikarin bi yekîtiyê wana têk bibin.”