Li Helebce kesekî dawî li jiyana xwe anî

49

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Berdevkê Polîsên Helebce Berzan Osman ragihand ku vê êvarê kesekî li daristanekî nêzî Helebce bi darekê ve xwe xeniqand û got; "Welatiyê xwe xeniqandiye 67 saliye û bi navê Sebah Kerîme. Ji ber bêzarbûna jiyanê dawî li jiyana xwe anî."

 

Berzan Osman eşkere kir ku têkildarî bûyerê lêkolînê destpêkiriye û cenaze ji bo Tiba Edlî ya Helebce hatiye şandin.

 

Li gorî daneyen ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê 42 kes yan hatine kuştin yan jî dawî li jiyana xwe anîne.