Li Koyê pêşmergeyek jin dawî li jiyana xwe anî

40

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Rêveberê Polîsên Koyê Şoreş Kake Fethûla daxuyakirin ku îro li nêzî bajarokê Dêgele ya Koyê pêşmergeyeke jin a Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Şadî Tofan (25)  bi guleya çekê dawî jiyana xwe anî.

 

Fethûla destnîşan kir ku piştî ku tîmên polîsan gihiştiye cihê bûyerê cenaze ji bo Tiba Edlî ya Hewlêrê hate şandin û got; "Pêşmergeya jin bi guleya keleşê dawî li jiyana xwe aniye. Heya niha sedemê bûyerê nayê zanîn. Têkildarî bûyerê lêkolînê destpê kiriye. Dema ku xwekuştiye li baregehekî PAK'ê di erkê parastinê de bû."