Li Şêxurzê tangek û cebilxaneya artêşa Tirk hat desteserkirin

48

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, şervanên YPG/YPJ'ê ev du roj in li gundê Şêxurzê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê operasyona paqijkirinê dimeşînin û şerên giran rû didin

 

Li gorî heman çavkaniyan, artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran dixwin û gelek kuştî û birîndarên dagirkeran hene, lê deweleta Tirk a dagirker kuştiyên xwe ji raya giştî re vedişêre.

 

Heman çavkanî tekez kir ku di van du rojan de panzêrek û hejmarek zêde ji çek û cebilxaneya artêşa dagirker ketine destê şervanên YPG`ê. Di heman demê de, panzêrek jî hatiye îmhakirin.

 

Her wiha YPG`ê da zanîn ku di şer de du çete dîl hatine girtin. Lê çeteyekî ku dîl hatibu girtin di encama topbarana artêşa dewleta dagirker de hatiye kuştin.

 

Di dîmenên ku ji aliyê çapemeniya YPG'ê ve hatine kişandin de jî panzer û cebilxaneya ku hatiye desteserkirin tên xuyakirin.

 

Operasyona paqijkirina herêmê dewam dike.

 

Li aliyê din Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek derbarê heman mijarê da û agahiyên ku YPG`ê dane piştrast kirin.