Parlementoya Herêmê Komîsyona Jin radike

30

 

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

 

Di rûniştina duh ya Parlementoya Herêma Kurdistanê de bi piraniya dengan biryar hate dayîn ku komîsyona Jin, Karên Civakî û Mafê Mirov were rakirin û her sê bikin yek komîsyon. Ev biryar jî wê di dema parlementoya nû ya piştî hilbijartinan diyar bibe de bikeve meriyetê.  

 

Serokê Komîsyona Parastina Mafê Jinan li Parlementoya Herêmê Êvar Îbrahîm nerazîbûn nîşana vê biryarê da û got: “Wê piştî hilbijartinên parlementoyê sê komîsyon bikin yek û dê êdî komîsyoneke serbixwe ya ji bo parastina mafê jin nemîne.”

 

Êvar Îbrahîm rexne li helwesta hinek parlementerên jin yên ji bo vê pêşniyarê dengê erê bikar anîne jî kir û wiha axivî: “Cihê fikarayê ku hinek parlementerên jin jî beşdarî têkelkirina her sê komîsyonan bun. Min bixwe vê pêşniyarê boykot kir û dengê xwe bikar ne anî.”

 

Êvar diyar kir ku li Herêma Kurdistanê rojane jin tên kuştin û rû be rûyê şîdetê tên û wiha pêde çû: “Li dewsa ku parlemento û parlementer piştgirî bidin ku vê komîsyonê bimîne, biçûk dikin. Ev jî bandoreke neyînî wê li ser jinên herêma Kurdistanê bike.”