Partiyên bi hevre nakok ji bo hilbijartinê bûn yek

50

 

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

 

Îro li bajarê Hewlêrê PDK, YNK, Goran, Komela Îslamî, Hizba Zehmetkêş, Hizba Şûî, Partiya Sosyalîst,  Koalîsyona ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê, Yekgirtûya Îslamî li baregeha Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê  bi rojeva hilbijartinê kom bûn.

 

Nûnerê YNK’ê Rêbaz Bêrkotî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Me li hev kir ku em bi yek lîsteyê ku ji weke koalîsyekî li herêmên nakokî li ser hene weke koalîsyonek beşdarî hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê bibin. Pêşeroja van herêman vêya ferz dike ku em bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin.”

 

 

Paşê Hevserokê partiya Zehmetkêşan (3 zilamin) Belên Ebdûlla jî axivî û got: “Alî li hev kirin ku bi yek lîsteyê beşdarê hilbijartinan bibin. Lê, hindek karên teknîkî yên zirav mane û wê sibe berpirsên dezgehên hilbijartinê yên van partiyên beşdarî koalîsyonê bûne bi civin û berfirehiya xebatên lîsteya hevbeş binirxînin.”

 

 

Hêjayî bi bîrxistinêye ku berê niha demekî PDK ragihandibû ku ewê li Kerkûkê nekevin hilbijartinê.