Piştgiriyek ji bo azadiya Ocalan jî ji Hiqûqnasên Îngilîz hat

58

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Bi bandora paradîgmaya Ocalan ya Ekolojîk, Demokratîk û azadiya jin gelên cîhanê û gelek sendîka û rêxistinên medenî, kesayet navdar tevlî kampanya azadî ji bo Ocalan dibin. Herî dawî jî şîrketa hiqûqî ya bi navê Thompsons Solicitors ya Îngilîz ku 720 parêzer di têde dixebitin tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan dibin. Şîrketa hiqûqê ya îngilîz jî bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ragihand .

 

Kampanya (Frêdom for Oacalan (Azadî ji Ocalan re) ji aliyê sendîkayên bi navê Unite The Union û GMB ve hatibû destpêkirin ku bi milyonan karkeran temsîl dikin û gelek sendîka û yekîtiyên din tevlî bûbûn.

 

Hat gotin, şîrketê ev biryara xwe ji rêveberên kampanya "Frêdom for Ocalan" re ragihandiye û di çarçoveya kampanyayê de wê bi rengekî aktîf tevlî çalakî û civînan bibe.

 

Kampanya bi navê "Frêdom for Ocalan" ji aliyê Unite teh Union ve sala 2016'an hate destpêkirin ku bi 1,5 milyon endamên xwe re mezintirîn sendîkaya li Îngilîstan û Gallerê ye. Piştre sêyemîn mezintirîn sendîkaya li welêt GMB û 15 sendîkayên din biryar dan ku tevlî kampanyayê bibin.