Şandeya Bakurê Suriyê serdana Ofîsa Parlementoya Iraqê kir

63

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Îro şandeyeke Kantona Cizîre ku ji hevseroka Kantona Cizîre Heyfa Erebo, Cîgirê Hevseroka Kantona Cizîre Efrem Îshaq, Cîgirê hevserokê peywendiyên karên derveyî Cizîre Fener El Gaît û tevî nûnerên PYD, Kantonên Rojava û Kongreya Star li Herêma Kurdistanê serdana Ofîsa parlementoya Iraqê li bajarê Silêmanî kir. Şande ji aliyê parlementerên Iraqê Rengîn Ebdulla, Emîn Bekir, Rêzan Şêx Dilêr, Hoşyar Ebdulla, Mûsena Emîn ve hatin pêşwazî kirin.

 

Piştî civîna li gel endamên parlementoya Iraqê têkildarî encam û armanca serdanê daxuyaniyekî çapemeniyê dan.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de parlementer Mehmûd Reza axaftinek kir û got: “Ew êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrîn, êrîşeke ne rewaye û êrîşeke li ser xaka welatekî dine. Ji ber vê jî pêwîste herkes û aliyek, dewletek helwestekî zelal raber bikin.”

 

 

Reza diyar kir ku ewê li ser daxwaza vê şandeya Bakurê Sûriyê li parlementoya Iraqê mijara piştgirî dayîna Efrîn, şandina alîkariyên pêwîst û xwarin, ji bo Kantona Efrîn bixin rojevê. Emê hewl bidin ku parlementoya Iraqê ji bo vê mijarê biryarek bigire.”

 

Reza her wiha ragihand ku ewê hevdîtinek eyar bikin ku şandeya Kantona Cizîre ya Bakurê Sûriye serdana parlementoya Iraqê bikin.

 

Paşê Hevseroka Kantona Cizîre Heyfa Erebo jî axivî û got: “gelê Rojavayê Kurdistan gelekî têkoşere ku bi navê hemû cîhanê li dijî DAIŞê şer kiriye. lê niha cîhan li beramber van êrîşên ser Efrîn û komkujiyên ku delweta Tirk li Efrîn dike, bêdeng e.”

 

 

Heyfa îşaret bi wê jî kir ku ji destpê êrîşên dewleta Tirk li ser Efîn heya niha nêzî 150 welatiyên sivîl bûne û zêdeyî 300 welatî jî birîndar bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê li hember van komkujiyan helwesta hemû dewletan hebe. Em di vê çarçoveyê de li benda helwesta hikûmeta Iraqêne.”