QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

 

Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mihemed têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Rojavayê Kurdistanê berisva pirsên ajansa me dan û nirxandinên girîng kirin.

 

* Ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê helwesta Hizba Komunîst çiye, eger hilbijartin werin paşxistin wê çi bibe?

 

Ji destpêkê ve me behsa vê yekê kiriye ku hilbijartin di dema xwe de pêk were. Em ne li gel dirêjkirina dema hilbijartinê û vê dema parlamentoya Herêma Kurdistanê bûn. Lê, piştî ku hate kirin, em li bendê ne ku hilbijartin di zûtirin demê de pêk werin. Ev yek ne di berjewendiyên hizbayetiyê de, ji ber ku em bi xwe dizanin hêza hizba me çende. Lê, ji bo pirsgirêk û krîzên Herêma Kurdistanê rêya herî baş hilbijartine.

 

*Di hilbijartinên Iraqê de wê Hizba Komunîst li gel ti aliyan koalîsyonê ava bike?

 

Derbarê hilbijartinên Iraqê ji berî hemû hizban û aliyên siyasî me got ku lîstekî hevgirî ya aliyên Herêma Kurdistanê girînge. Weke Hizba Komunîsta ger me kursî bidest xist an jî bidest nexist tiştek cuda ye. Lê me nexwestiye dengê me vala biçe, ji ber ku hizrandina me di çarçoveya berjewendiyên hizbî de nîne, lê mixabin, ew lîsteya yekgirtî ya me behs dikir ava nebû. Lewma me biryar da ku serbixwe beşdarî hilbijartinên Iraqê bibîn.

 

'Belavbûna aliyên Kurd wê bandoriyê li ser dengê Kurdan bike'

 

* Li gorî baweriya we wê piştî bûyerên 16'ê Cotmeha 207'an çi bi Kerkûkê were? Gelo wê dîsa li gorî dengan Kurd di rêza yekemîn de bimînin?

 

Raste em behsa vê yekê dikin ku diçin hilbijartinê, lê gelo hilbijartinekî paqij heye? Wê ev pirs heya dawiya hilbijartinê bimîne. Lewma em hêvî dikin ku rewşekî demokratîk hebe. Bûyerên 16'ê Cotmehê gelek bandorî li ser herêmên Kurdistanî kir. Belavbûna aliyên Kurdan a bi lîsteyên cuda wê bandoriyê li ser dengên Kurdan bike. Raste wê piştî hilbijartinê eşkere bibe ka wê Kurd bi kêre beşdarî hkûmetê bibe û wê çawa beşdarî hikûmetê bibe. Lê, mixabin tiştek di destûra Iraqê de nîne ku behsa bajêr bike. Eger hejmara kursiyên Kurdan bûn 60-65 gelek bandoriyê li ser Bexda nake. Tenê dikare li ser hinek xalên diyarkirî zextan çêbike. Ji ber ku hişmendiyek heye dixwaze Iraq di bin destan de be.

 

*Li Xurmatû alozî berdewamin, gelo Hizba Komunîsta ji bo vegera koçberan li gel aliyên din tiştek kiriye?

 

Li Xurmatû baregeha yekem şewitî ya me bû û wêran kirin. Mijar ne mijara şewitandina baregehekê ye, mijar çawa nêzî xelkê bûn. Bûyerên çêbûn di asta jenosîdan e. Li gorî me, eger aliyên Kurd bi vê aqilê niha nêzî bûyeran bibe wê nekarin tiştekê bikin.

 

Mixabin, civaka navneteweyî li ser rewşa herêmê bêdenge. Li gorî me tiştekî asayî ye li navçeyê xelk jiyana xwe di bin konan de berdewam bikin. Eger em temaşeyî ji berî 3-4 salên borî bikin, li Iraqê û herêmê bi berdewamî kona dibînin. Ev yek nişaneya nearamiyê ye, di rewşeke wiha wê çawa çareser bikin? Lewma civaka navneteweyî ji rewşa koçberan nîne. Li gorî rêxistinên li ser Neteweyên Yekbûyî jî tenê karê wan ewe ku xelk koçber bibin û konan bidin wane. Ev yek rastiya tabloyê ye. Lewma divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî din bihizirin. Nabe her roj bêjin em amadene guftûgoyê bikin li gel Bexda, lê Bexda neaamade ye. Divê desthitdariya Kurd xwe li ber çavan re derbas bike, ji bo ku bikare îradeya xwe biparêze.

 

* Li gorî we peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ber bi kûve diçin? Di referandûmê de Komûnîst li gel dengê 'Erê' bû, gelo piştî referandûmê jî ji bo însiyatîfê hikûmet, YNK û PDK ji rewşê hun agadar dikin an na. Ji ber ku di dema referandûmê de berdewam hûn beşdarî civîn û hevdîtina dikirin?

 

Em ne ji ber xatirê hikûmetê beşdarî referandûmê bûn. Ji ber ku referandûm beşeke ji amrazên demokrasiyê û aştiyane. Ji bo çarenûsa mafê mirove. Lewma divê du tişta ji hevdu cuda bikin, ew ji mijara dewlet û referandûmê ye. Me dît ku referandûmê encama xwe gihand, îradeya xelkê Herêma Kurdistanê eşker kir. Tişta dimîne ewe ku wê vê îradeyê çawa pêk bîne. Ango gavên ber bi dewletê ve, ew jî li gorî dîtina me, bi rojek û du rojan çênabe, ev mijarekî têkoşînê ye. Ji bo mijara danûnstandinê, li gorî me danûstandin ne şerme, ger peywendiyên li gel Bexda çêbikin, divê di çarçoveya destûra federal a Iraqê de çêbikin. Em ne li dijî vê yekê ne. Lê gelo li gorî destûrê peywendî çêdibin?

 

Ji bo mijara şêwirmendiyê jî, nexwêr hikûmeta Herêma Kurdistanê şêwirmendî bi me nake. Me hinek komîsyon ava kirine, di hinek astan de, ew jî Hizba Komunîst nexşe rêyek daniye ji bo ku hikûmet pêk bîne. Eger Bexda û Hewlêr lihev bike, gelo wê destûrê cihbicih bike. Li gorî dîtina min nexêr. Ji ber ku federaliyet peywendî bi demokrasiyê ve heye. Ev sîstema ku heye, li Iraqê, li ser bingehê taîfîgerî, beşî û dure  ji beşê  hemwelatîbûnê . Ji bo pêkanîna federaliyetê astenge. Federaliyek bi xwe tê wateya yekîtiyê. Lê tişta niha heye hêzekî zêdeye, zext, welatên cîran û hêzekî derveye. Lewma ger lihevkirin hebe wê weke yên berê be. Ji ber ku krîza Iraqê krîza dewletê ye. Ger bixwazin bi temamî gelê Kurd û Ereb bi aştî bi hev re bijîn, divê gelê Kurd bigihe mafê çarenûsa xwe û dewleta xwe hebe.

 

*Artêşa Tirk timî êrîşî sînorên Herêma Kurdistanê dike, li gorî we çima hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdenge? Gelo parastina esmanê Herêma Kurdistanê Iraq berpirse yan herêm bixe?

 

Li gorî yasayên navneteweyî Iraq weke dewlet  serweriya xwe heye, lewma divê Iraq vê serweriyê biparêze. Lê, helwesta wan peywendî bi mijarên niha ve heye. Eger temaşeyî dîroka hikûmraniya Iraqê bikin, ji serdema paşayetî, di dema şoreşa Şêx Mehmûd de hikûmeta Iraqê pişt bi Îngilîzan bû, ji bo ku bi balafir Kurdan bombebaran bike. Ev yek bi awayekî din dubare dibe, di pratîkê de Iraqê ne dewlete ku serwerî hebe. Lewma hemûyan bi xwesteka xwe destûr heye. Têkildarî Herêma Kurdistanê, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi siyasetekî serbixwe ya ji derve heye, di çarçoveya niştîmanî û Kurdistanî de. Ev yek ji nayê wê wateyê ku dikare li hemberî êrîşên welatên cîran raweste. Bi awayekê wê li gel gelê xwe rastiyê çêbike.

 

'Dixwaza nişfê nû azadî û serxwebûnê nehizrin'

 

*Dewleta Tirk hewldana dagirkirina Efrînê dike, sedemê vê çiye?

 

Tişta ku li Efrînê diqewime tişta ji Kerkûkê rûdayî ne cudaye, heman eqiliyete, eger tişta li Kerkûkê qewimî hînceta referandûmê bû, li Efrînê ti kesê behsa dewletê nekiriye, tenê behsa federaliyetê dikin, lewma tişta heye, du xalin, xala yekem ewe ku welatên herêmî, Iraq, Îran û Tirkiye di bin çavdêriya welatên serdest de dixwazin peymana Sykes Picot bihêlin. Ji ber ku dixwazin nifşê nû yên Kurdan li ser azadî û serxwebînê nehizirin. Wê ev êrîşên wan gelê Kurd li her parçeyên Kurdistanê ji bo mafên xwe bi îsrar tir bikin. Pîlana wan ewe ku peyama 'ger li ser azadî û serxwebûnê bihizîrin' emê ambargo, girtina balafirgehan, komkujiyan û guhertinên demokrafî bikin. Heşdî Şebî ji bo çi çêkirin, lewma karê me ewe ku peyama azadî û serxwebûnê biparêzîne û bigihîn nifşê nû. Ev yek jî bi parastina yekîtî û yekrêziya gelê me pêk tê. Ji derveyî vê ti tişta me nîne.

 

'Divê nexşeya siyasî ya Kurdan hebe'

 

* Erkên partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çiye ji bo Efrînê bikin?

 

Eger hizb û aliyên siyasî bixwazin ji bo Efrînê tiştekê bikin, divê di serî de ji bo  Kerkûkê bikin, divê nexweşeya siyasî hebe. Mijar ne ewe ku di du hefteyan de, ji bo Efrînê çi bikin, yan pêşmerge biçin Efrînê şer bikin, yan şervanan ji wir bînin li Kerkûkê, mijar siyasî ye, ger aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dixwazin dilsoz bin ji bo Efrînê, divê di serî de ji bo Kerkûkê, Dûz û Deşta Mûsilê dilsoz bin.

 

'Di rewşa niha de wê kongreya neteweyî di çarçoveya dirûşmeyan de bimîne'

 

* Rewşa herçar parçeyên Kurdistanê aloze, KNK ji bo yekîtiya neteweyî hewl dide, Hizba Komunîst çiqas piştgiriya vê kongeyê dike? Hûn çiqas girîng dibînin?

 

Hejmarek kesayetên dilsoz û kurdprewer beşdarî Kongreya Şêwra neteweyî bûne. Lê divê em bi awayekî rast temaşe bikin, di rewşa niha û bi van nakokiyan wê kongeya neteweyî di çarçoveya dirûşmeyan de bimîne. Ev yek nayê wateya ku tiştekî ne rawa ye. Lê, dirûşim tişteke, encam tiştekî dine. Pêwîste hizb û aliyên siyasî temaşeyî rewşa xwe û çarenûsa rewşa xwe bikin. Divê hêzên Başûrê Kurdistanê rewşekî asayî dirost bikin. Ev yek jî gavekî girînge ji bo serkeftina kongreya yekîtiya neteweyî.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here