Tevgera Azadî dest bi amadekariyên hilbijartinê kir

61

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Biryare di roja 12/5/2018’an de hilbijartinên parlêmntoya Iraqê were kirin. her wiha hilbijartinên Herêma Kurdistan jî di demeke nêzîk de pêk tê.

 

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku di sala 2014’an de hatibû damezrandin weke partiyeke fermî li Herêma Kurdistanê destûr jêre hatibû dayîn. Lê, di sala 2017’an de komîsyona hilbijartinên Iraqê des4tûra fermî ya Iraqê dayê. Ji lewma pêwîst dît ku koalîsyonek li gel Nifşê Nû û Bereya Demokrasiya Gel ava bike. Niha jî amadekariyên beşdarbûna hilbijartinên Iraqê dikin.

 

Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên diyar kir ku xebatên parlemento û hilbijartin qadeke xebatkirina me ye lê, ne hemû xebatên me ye. Me kolanan veguherandiye parlemento. Tara her wiha îşaret bi xebatên di nava gel û civakê de jî kir û got ku xebatên di nava civakê de ji wana re girîngire ji yên parlementoyê.

 

Tevgera Azadî dixwaze bi rêya semîner, panel û civînên girseyî yene bi gel re amadekariyên hilbijartinê bide meşandin. Ji ber wer difikirin ku gel li hember guhertinan bê hêvî bûne, hêviya wan bi hilbijartin û xebatên siyasî nemaye. Tevgera Azadî hewl didie bi van rêyan hêvî di gel de çêbike û bikin xwedî îradeyekî bikarin desthilat biuhertin yan jî demokratîze bikin.

 

Li ser pirsa gelo armanca Tevgera Azadî bûyîna desthilate yan bûyîna partiyeke mûxalîfe jî Tara Hisên dibêje; “Armanca me em gel bikin xwedî îradeyeke xwe birêve birinê ne ku em beşdarî desthilatê bibin. Em dixwazin sîstemeke xwebirêveberiya dmeokratîk ava bikin ku niha nimûneya wê li Rojavayê hatiye hatiye pratîk kirin û serkeftiye. Em dixwazin heman sîstem li Başûr jî were pêk anîn.

 

Tevgera Azadî armanca wê ewe ku li gel herdu partiyan koalîsyoneke hevbeş ji bo hilbijartinan ava bike. Her wisa hewl dide çavdêrên xwe li ser hemu sindoqên hilbijartinê jî bi cih bike, ji bo astengî û hîle di hilbijartinê de çênebe. Tevgera Azadî dixwaze hejmareke zêde ya çavdêrên navdewletî bangî herêmê bike, ji bo hilbijartineke tendûrist û bê hîle û zext pêk werin.

 

Tevgera Azadî hedef dike ku di van hilbijartinan de giraniyê bidin parêzgehên Hewlêr û Duhok û li van herêman bangeşeya hilbijartinê zêde bikin. Ji ber wisa difikirin ku xelkê van herêman herêman ji desthilatiya heyî nerazîne û hewl didin bi van hewldanên xwe careke din hêviya guhertinê di gel de çêbikin.

 

Tevgera Azadî xwedî fikrekî çep û soyalîste û îdeolojiyeke nas kiriye. Ji lewma piştî koalîsyon li gel Nifşê Nû çêkir rû be rûyê rexneyên hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hat û gotin ku wan li gel kesek bazirgan îttîfaq kirine. Tara Hisên bersiva van rexneyan jî dide û dibêje: “Me li gel gelek aliyên ku niha rexne li koalîsyona me dikin, hewl da ku koalîsyonek ava bikin. Lê, ev aliyên ku me rexne kirin ne xwestin îradeya me qebûl bikin û daxwaza me ya ji bo koalîsyonek li gel wan qebûl nekirin.”

 

Tara Hisên di berdewama axaftina xwede wiha bersiva van rexne û nêrînên der barê kolîsyona wan de da: “Kîjan partiyek heye ku di têde bazirganî nebe. Ew bazirganiya siyasî û bazirganiyên metirsîdar jî dikin.  Her wiha li ser dahata welat û zadê xelk jî bazirganî dikin. Lê, herî kêm biraderên Nifşê Nû nebûne bazirganên siyasî.”

 

Berdevka Tevgerê diyar kir ku ev koalîsyona wan ya sê partiyan ji bo hilbijartinên parlementoyê yên Iraq û Herêma Kurdistanin û axaftina xwe wiha bi dawî bike: “Ev koalîsyona me tenê ji bo hilbijartinên herêm û Iraqê ye. Her wiha em di tu koalîsyonek ango îttîfaqekî de nasnameya xwe winda nakin, ji ber ku em xwedî îdeolojiyekî taybet ya bi xwe ne.”