Wezîrê Koç û Koçberan: Hê 6 hezar û 500 malbatên Xurmatû nevegeriyane

45

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Li Germiyan îro Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Dirbaz Mihemed, Rêveberê îdareya Germiyan, Qeymeqamê Xurmatû yê bi wekalet, Berpirsê Malbenda 16'an ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Qeymeqamê Kifrê û nûnerên koçberên Xurmatû û parêzgeha Selehedînê li ser vegera koçberên Xurmatû civiyan. Piştî civînê daxuyanî dan.

 

Di serî de Rêveberê Îdareya Germiyanê Salih Kiwêxa axivî û got; "Pêwîste hemû alî ji bo vegera wan welatiyên ji ber Kurdbûnê ji Xurmatû malwêran bûn û koçberbûn hewldan bikin ku vegerin li ser malên xwe. Weke îdareya Germiyanê emê bi îdareya Xurmatû re ji bo vegera koçberan hevkar bîn."

 

Pişt re Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed axivî û wiha anî ziman; "Girînge demildest ji bo vegera koçberan tişta pêwîste were kirin. Ji bo ku welatiyên Xurmatû vegerin li ser cih û warên xwe. Pirsgirên li pêşiya vegera koçberan were çareser kirin. Demeke vegera koçberên Kurd ên ji Xurmatû destpê kiriye. Nêzî 3 hezar û 500 malbat vegeriya ne, lê em dixwazin vegera koçberan bilezgîntir bikin. Nêzî 6 hezar û 500 malbatên din hê nevegeriya ne. "

 

'Ji bo vegera welatiyên Kurd derî vekiriye'

 

Her wiha Qeymeqamê navçeya Xurmatû ya Selehedînê yê bi wekalet Leyis Hemîd wiha destnîşan kir; "Di warê ewlehiyê de niha rewşa Xurmatû ta astekê başe û hêzên bersivdayîna lez û polîsên îtîhadî navçeyê diparêzin. Ji bo vegera welatiyên Kurd derî vekiriye. Weke hikûmet amadene xizmet û parastina hemû welatiyên Xurmatû bikin. Em daxwazê ji welatên Kurd dikin ku vegerin li ser warên xwe."