Xwendekar û mamostayên Kelar êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

56

 

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

Li navçeya Kelar a Germiyan vê êvarê li ber avahiya Merînos mamosta û xwendekarên Peymangeha Kompîterê ya Germiyan ji bo piştgirya berxwedena Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê çalakiyek lidarxistin. Gelek mamosta û xwendekar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn.

 

Rêveberê Peymangeha Kompîterê ya Germiyan Elî Kerîm di çalakiyê de daxuyanî da û got; "Kantona Efrînê weke herêmekî bi aram û cihekî stratejîk bû li Rojavayê Kurdistanê, ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve welatên cîran, bi taybet hikûmeta AKP'ê ya faşîst xwestin Efrînê ji holê rabikin. Tevî ku welatên Ewropa behsa mafê mirovan, azadî, demokrasiyê û hiqûqê dikin jî, lê li hemberî Efrînê bêdengin. Li dijî Efrînê dest bi êrîşên leşkerî kirin, tevî van komkujiyên bi çekên Ewropî li dijî Kurdan tê kirin welatên cîhanê nabin xwedî helwest."

 

 

Rêveberê Peymangeha Kompîterê ya Germiyan Elî Kerîm herî dawî wiha anî ziman; "Em piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û Kantona Efrînê dubare dikin. Em desthilata faşîst û dagirker a Tirkiyeyê şermezar û mehkûm dikin. Em bi bîr tînin ku Efrîn warê berxwedanê ye."