HDP namzetên nû yên hevserokatiyê eşkere kir

66

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Partiya Gelan a Demokratîk ku di 11’ê Sibatê de kongreya xwe ya asayî wê lidar bixe, çav li rêye ku hevserokên nû yên partiyê werin hilbijartin û rêveberiyeke nû ya HDP’ê jî di encama hilbijartinê de werin diyar kirin.

 

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay li ser namzetên nû yên hevserokatiyê daxuyaniyekî da û got: “Namzetên hevserokatiyê li Komîsyona Mutabaqatê ya Kongreyê diyar bûn.”

 

Kemalbay wiha got, "Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di kongreya me de wê wekî namzetên hevserokên giştî werin dengdan."